Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê bi dawî bû

Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê bi dawî bû.

Ekleme: 21.12.2020 09:05:19 / Güncelleme: 21.12.2020 09:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di dawîya heftîyê de hatibûn dayîn.

Ji ber sînordarkirina ku hat îlankirin li tevahîya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêdengî hakim e.

Li gorî talîmata ku ji walîyên bajaran re hatiye şandin market, dikan, qasab û çerezfiroş dê di navbera seat 10.00-17.00an de vekirî mabûn.(ÎLKHA)