“Bila zimanê Kurdî; bê naskirin, bi makeqanûnê bê muhafezekirin û bibe zimanê fermî”

Huseyîn Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê Partîya Doza Azad ji ber minasebeta salvegera 8emîn a HUDA PARê daxuyanî da.

Ekleme: 20.12.2020 13:40:05 / Güncelleme: 20.12.2020 13:40:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Yilmaz di daxuyanîya ku da de derheqê qala Komeleya Mustaz’afan a ku bi kumpas û komployên FETO hat girtin, pêvajo û sedema damezrandina HUDA PARê(Partîya Doza Azad) kir û balan kişand li ser meseleya Kurd.

Yilmaz di nirxandina ku kir de destnîşan kir, ew ji bo meselê têgeha “Pirsgirêka Kurd” bikar nayênin, lewra ew li vî welatî Kurdan wek sedema problem û rageşîyan nabînin.

“Bila zimanê Kurdî; bê naskirin, bi makeqanûnê bê muhafezekirin û bibe zimanê fermî”

Yılmaz di destpêka nirxandina xwe de destnîşan kir, di warê meseleya Kurd de  tu gavên berbiçav nayên avêtin û ev mesele bi qanûnê nayê çareserkirin û dû re wiha got: “Dibe ku li mekteban di bin navê zimanên jîndar de perwerdehîya zimanê Kurdî bê dayîn, encax ji ber ku mamosteyên Kurdî nayên tayînkirin ders nikare bê dayîn. Bi van verastkirinên ku tên kirin  nasname û hebûna zimanê Kurdî nikare bê parastin. Zimanê Suryanî  jî di nav wan zimanên jîndar de ye.Daxwazîya me ev e: Bila zimanê Kurdî bê naskirin, bi makeqanûnê bê naskirin û bibe zimanê fermî.Bi kurtasî Tirk bi nasnameya xwe xwedîyê çi maf û heqî ve bila Kurdek jî bi bi nasnameya xwe ya Kurd bibe xwedî wan maf û heqan. Mixabin ji bilî Partîya Doza Azad tu partîyeke din vê yekê aşkere nabêje.”

“Ev xala makeqanûnê bûye wek gomleka ku pişkoka wê xelet hatiye girtin”

Yilmaz di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ji bo çareserkirina van meseleyan divê îqtîdar xebatina cîddî bike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Li gorî nêrîna Partîya Doza Azad çavkanîya sereke ya probleman makeqanûna darbeya 12ê Îlonê ye. Ev xala makeqanûnê bûye wek gomleka ku pişkoka wê xelet hatiye girtin. Heta ku makeqanûn neyê guhartin û başkirin dê tu problemê welêt neyê çareserkirin. Ew tevdîrên ku wek çareserîyê tên pêşkêşkirin wek cilê riqakirî ye û demkî ne.Li gorî HUDA PARê berîya hemî tiştî ji bo çareserîyeke mayînde makeqanûneke nû bê amadekirin ku ev îdeolojî divê di nav xwe de wesayet û îdeolojîyan nehewîne.”

“Ji bo dewletek karibe baş bê îdarekirin divê edalet lê bê tesîskirin

Yilmaz di berdewama nirxandina xwe de balan kişand li ser edaletê û destnîşan kir, ji bo dewletek karibe baş bê îdarekirin divê edalet lê bê tesîskirin û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Di binê temamê problemên heyî de bêedaletî heye. Di bingeha derketin û bi salan berdewamkirina meseleya Kurd de jî bêedaletî heye.  Her wisa di bingeha vê bêedaletîyê de înkara di makeqanûnê de û polîtîkayên asîmîlasyonê yên hikûmetan heye. Di netîcê de ji ber ku nikaribûn Kurdan asîmîle bikin ji hêla hebûnê ve ji bo wan têgeha ‘Kesên ku bi eslê xwe Kurd in’ tê bikaranîn û bi vî şiklî hebûna wan tê qebûlkirin. Divê ev neyê maneya ku meseleya Kurd xelas bû û ew dev ji daxwazên xwe berdane.Lewra însan bi heqên xwe heye. Ger Kurd hebin wê demê heqên wan jî heye.”

“Rabûn bi salan meseleya Kurd bi sedemên îqtîsadî û ewlehîyê ve girê dan”

Digel qebûlkirina nasnameya Kurdan divê heq û mafên wan jî ji wan re bê dayîn. Em perwerdehîya bi zimanê dayikê û xwe bi zimanê xwe îfadekirinê ji bo temamê qewmên ku heqên wan ji wan hatine standin û zilm li wan hatiye kirin daxwaz dikin. Lê niha makeqanûn ji bo vê yekê asteng e. Rabûn bi salan meseleya Kurd bi sedemên îqtîsadî û ewlehîyê ve girê dan.Ji quncikeke biçûk û teng li meselê mêze dikin û tiştekî pir piçûk wek meseleya ewlehîyê dinirxînin. Rabûn di wextê wê de gotin ‘Ger meseleya terorê xelas bibe, ew ê meseleya Kurd jî bi dawî bibe, ew ê li wan deran fabrîka bên vekirin, dê îqtîsad bi xwe ve be û dê meselya Kurd bi dawî bibe.Paşdemayîn, ewlehî û xerabûna aborîyê bes bi ne meseleya Kurdan e; berewajî meseleya 83 milyon însan e. Heta ku ev mesele hebe, ew ê kesên ku dê vê yekê îstîsmar bikin jî hebin.  Weke ku tê zanîn  hinek rêxistinên Tirk û Kurd hene ku ew ji bo fikr û ramana xwe hakim bikin meseleya aborî û meseleya Kurd îstîsmar dikin û serî li tundîyê didin. Divê problema teror û tundîyê û meseleya Kurd di heman sînorê de neyên girtin.”

“Di temela meselê de înkarkirina Kurdan heye”

Huseyîn Yilmaz di dawîya nirxandina xwe de destnîşan kir, ew ji bo meseleya Kurd tabîra ‘Problema Kurd’ bi kar nayênin, lewra li vî welatî Kurd ne sedema problemê ne. Yilmaz dû re wiha got: “Di temela meselê de înkarkirina Kurdan heye. Ger maf û heqên Kurdan ên însanî û Îslamî bên dayîn ew ê mesele bê çareserkirin.”(ÎLKHA)