Karwana Hêvîyê ji 200 malbatî re alîkarî kir

Karwana Hêvîyê ya Bidlîsê bi alîkarîya xêrxwazan ji 200 malbatên ku feqîr û jar in û pêdivîya wan bi alîkarîyê heye re alîkarîya erzaq û xurekê kir.

Ekleme: 13.12.2020 11:55:21 / Güncelleme: 13.12.2020 11:55:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Temsîlkarê Karwana Hêvîyê yê Bidlîsê Ugur Oleklî derbarê xebatên alîkarîyê yên ku ji teref komeleya wan ve hatiye kirin de daxuyanîyek belav kir.

Oleklî di daxuyanîya ku da de destnîşan kir, ew ê alîkarîyên wan berdewam bikin û dû re wiha got: “Di vê pêvajoya şoba Coronavîrusê de gelek kes bêkar man. Di vê pêvajoyê de me nêzî 200 malbatên ku bêkar mane tespît kir û ji wan re alîkarîya erzaq û xurekê kir. Xweda ji kesên xêrxwaz razî be.Em ê bi saxîya xêrxwazan alîkarîyên xwe bidomînin.”(ÎLKHA)