Kazimî derheqê xwepêşanên li Silêmanîyê de daxuyanî da

Serokwezîrê Iraqê Mustafa Kazimî derheqê xwepêşanên li Silêmanîyê û Helepçê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Ekleme: 12.12.2020 11:55:05 / Güncelleme: 12.12.2020 11:55:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Kazimî di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, ew ji ber êş û elema ku gel dikşîne xemgîn e û dû re wiha got: “Ev hêrsbûn û qehr berhema bi salan û deh salan e. Ji bo em karibin pêdivî û îxtîyacên gelên xwe yên  li Iraqê û Herêma Kurdistanê tedarik bikin em ê xebateke baş bikin. Ji ber êş û elema ku gelê me Herêma Kurdsitanê dikşîne em xemgîn in.”(ÎLKHA)