Li Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê sînordarkirina hatin û çûnê berdewam dike

Sînordarkirina hatin û çûnê ya ku ji ber zêdebûna pêketîyên Coronavîrusê hatibû îlankirin li bajarên Bakurê Kurdistanê û li bajarên Tirkîyê berdewam dike.

Ekleme: 12.12.2020 10:15:17 / Güncelleme: 12.12.2020 10:15:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di 30ê Mijdarê de  di civîna ku hatibû lidarxistin de tevdîrên nû yên li dijî Coronavîrusê hatibûn nirxandin û biryara sînordakirina çûyîn û hatinê ya di dawîya heftîyê de hatibûn dayîn.

Ji ber sînordarkirina ku hat îlankirin li tevahîya bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bêdengî hakim e.

Li gorî talîmata ku ji walîyên bajaran re hatiye şandin market, dikan, qasab û çerezfiroş dê di navbera seat 10.00-17.00an de vekirî bin.(ÎLKHA)