Qeymeqamê Şingalê: “PKK ji navenda Şingalê derneket”

Mehma Xelîlê Qeymeqamê Şingalê destnîşan kir, PKK dibe asteng li xalên rêkeftina Şingalê bên tetbîqkirin.

Ekleme: 10.12.2020 10:35:18 / Güncelleme: 10.12.2020 10:35:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Berî vê çend rojan hat îddîakirin ku PKKyî ji herêmê derketin, lê ev yek ne rast e”

Xelîl di berdewama daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser PKKyîyên ku dihat îddîakirin ji navenda Şingalê derketine û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Berî vê çend rojan hat îddîakirin ku PKKyî ji herêmê derketin, lê ev yek ne rast e. Bes komên çekdar ên biçûk ji navenda Şingalê derketin.Lê di rastîyê de ew ni Şingalê derneketine.”

Xelîl di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, divê PKK ji Şingalê bê derxistin û dû re wiha got: “Ji bo li herêmê jiyan asayî bibe û ewlehî bê tesîskirin û ji bo rêkeftina Şingalê bê tetbîqkirin divê PKKê ji Şingalê bê derxistin.”(ÎLKHA)