Elî Ewnî: “PKK dixwaze wan bûyerên çal û kortan ên ku li bakur pê mexlûb bûn bidomîne”

Endamê Serkirdayetîyê yê PDKê Elî Ewnî destnîşan kir, di pey wan bûyer û alozîyên ku li Kurdistana Başûr pêk tên de PKK heye û got: “PKK dixwaze wan bûyerên çal û kortan ên ku pê mexlûb bûn bidomîne.”

Ekleme: 09.12.2020 13:40:15 / Güncelleme: 09.12.2020 13:40:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“PKK li Kurdistana Bakur bi şerên kolana çalan bajêran xera kir û bû sedem ku nêzî vîn milyon însan ji bajarên xwe ber bi metropelên Tirkîyê biki”

Elî Ewnîyê Endamê Serkirdayetîya Partîya Demokrat a Kurdistanê ji şewitandina avahîya partîya wan a li Silêmanîyê re bertek nîşan da.

Ewnî di daxuyanîya xwe ya ku li ser medyaya civakî belav kir de destnîşan kir, di pey êrîşên ku tên kirin de PKK heye û dû re wiha got: “PKK li Kurdistana Bakur bi şerên kolana çalan bajêran xera kir û bû sedem ku nêzî vîn milyon însan ji bajarên xwe ber bi metropelên Tirkîyê bikin. Bi vê siyaseta nelihev derfetên ku li ser navê meseleya Kurdistanê  azadîyê hatibûn bidestxistin hatin îmhakirin. Ji xwe Erdogan û Tirk li ber bihane û hincetan bûn ku di paş de gav bavêjin.PKK bû sedem ku Tirkîye li Kurdistana Bakur hukma leşkerî hakim bibe. Ev yek hêj berdewam dike û her ku diçe rewş nebaştir û xirabtir dibe.”

“Ew bûyerên ku li Silêmanîyê pêk tên berdewama wan bûyerên çal û kortan ên ku PKK pê mexlûb bû ne”

Ewnî di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, PKK ji bo li ser têkçûn û mexlûbîyeta xwe ya li Kurdistana Bakur bigire li wan herêmên din problem û bûyeran derdixe û dû re wiha got: “Ew bûyerên ku li Silêmanîyê pêk tên berdewama wan bûyerên çal û kortan ên ku PKK pê mexlûb bû ne. Vêcarê nikarin muhîmatên Tirk, Ereb û Farisan nikarin bînin Silêmanî û bajarên din; bîlakîs ew bi xwe û ew kesên ku bêeqil ên ku ji hêzên bîyanî re xizmetê dikin dest bi şewitandina bajaran kirin. Ew jî wek wan neyarên Kurdistanê yên ku zevîyan dişewitandin, siyaseta şewitandina bajaran dikin. Divê em bînin bîra xwe berî vê 2 mehan xwestin vê alozî û rageşîyê li Zaxoyê derînin, lê gelê Zaxoyê fersend neda wan û ew rezîl û rûswa kirin.”

“Ez bawer dikim di wextên pêş de dê rayedarên partîyên din û YNKê ji bo li Silêmanîyê bigerin dê nasnameya xwe mecbûrî nîşanî PKKê bidin”

Ewnî di dawîya daxuyanîya xwe de balan kişand li ser desteka ku YNKê dida PKKê û dû re wiha dawî li daxuyanîya xwe anî: “Me berî niha çendîn caran ji YNKê û ji partîyên din re got ku li Silêmanîyê destekê nedin PKKê. Divê ew hezkirina PKKê nedabana endam û dildarên xwe.Ev tiştên ku pêk tên netîceya dijmintîya ku hûn ji partîya me dikin û hezkirina we ya PKKê ye. We bêbextî li partîya me kir û gelek îftîra avêt li ser me.Eger îro  YNK û îdareya Silêmanîyê dev ji vê polîtîkaya xwe bernede û bi şiklekî ciddî li ser zordarîya PKKê û bidestxistina hêzê raneweste, ez bawer dikim di wextên pêş de dê rayedarên partîyên din û YNKê ji bo li Silêmanîyê bigerin dê nasnameya xwe mecbûrî nîşanî PKKê bidin.”