DAIŞê li Kerkukê 2 bîrên neftê teqand

Hat ragihandin endamên DAIŞê 2 bîrên neftê yên li ser sînora Kerkukê teqandin.

Ekleme: 09.12.2020 11:35:15 / Güncelleme: 09.12.2020 11:35:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Polêsan a Kerkukê Amîr Nûrî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de Amîr Nûrî destnîşan kir; endamên DAIŞê 2 bîrên neftê yên li ser sînora Kerkukê li herêma Xebazê teqandin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşan kirin; ji ber teqînê tiştek bi serê tu kesî nehat.(ÎLKHA)