Ji ber alozîyan çûyîn û hatina li Silêmanî û Helepçê hat qedexekirin

Hat ragihandin ji ber xwepêşan, alozî û êrîşên ku tên lidarxistin li Silêmanî û navçeyên wê, li Germîyan û navçeyên wê û li Helepçe û navçeyên wê ji bo çûyîn û hatinê qedexe hat îlankirin.

Ekleme: 09.12.2020 11:05:16 / Güncelleme: 09.12.2020 11:05:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîyê ya Silêmanîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin: ji ber xwepêşan, alozî û êrîşên ku tên lidarxistin li Silêmanî û navçeyên wê, li Germîyan û navçeyên wê û li Helepçe û navçeyên wê ji bo çûyîn û hatinê qedexe hat îlankirin.

Li gorî daxuyanîyê qedexe ji duwazdehê doh dest pê kir û dê heta duwazdehê îşev berdewam bike.

Tê diyarkirin li Silêmanîyê teredarên PKKê û hinek komên ku girêdayê dewletên derdorê ne êrîşan dibin li ser avahîya PDK û daîreyên hikûmetê.(ÎLKHA)