Li Fransayê xwepêşan û çalakîyên li dijî pêşnûmaya ewlehîyê berdewam dikin

Kolektîfa “Ji Pêşnûmaya Ewlehîya Giştî re Naxêr” a ku ji sendîqa, sazîyên çapemenîyê û rêxistinên mafên însanan pêk tê banga berdewamkirin xwepêşanan li gelê Fransayê re kir.

Ekleme: 07.12.2020 09:55:16 / Güncelleme: 07.12.2020 09:55:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de bal hat kişandin li ser xwepêşanên ku tên lidarxistin û hat destnîşankirin ji ber ku doh li 90 bajarî li dijî vê pêşnûmaya ewlehîyê xwepêşan û çalakî hatine lidarxistin ew kêfxweş in.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin,  kolektîf ji Macron daxwaza hevdîtinê kiribû û Macron vê yekê qebûl nekir.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Gerald Darmanîn di dema berdewamkirina xwepêşan û çalakîyan de daxuyanîyek belav kir. Darmanîn di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir; di xwepêşanên ku hatin lidarxistin de 95 kes hatin binçavkirin û 67 polês jî birîndar bûn.(ÎLKHA)