Li Bidlîsê qeza: Kesek canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn

Di wextên şeveqê de li mewqîya Rahwayê 7 wesayît li hev qelibîn.Di encama qezaya ku pêk hat de kesek canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.

Ekleme: 05.12.2020 13:25:25 / Güncelleme: 05.12.2020 13:25:25 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza vê şeveqê li ser 15emîn kîlometreya Rêbeja Bidlîs-Tatwanê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin 2 TIR, 4 kamyonet û otomobîlek li hev qelibîn.

Şofêrê TIRê li cihê bûyerê canê xwe ji dest da û 5 kes jî birîndar bûn.Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)