Walîyê Dihokê: PKKê ziyan daye îqtîsada Herêma Kurdistanê

Elî Teterê Walîyê Dihokê destnîşan kir, li herêma Bahdînan ji ber hebûna PKKê îqtîsada herêmê zirareke mezin dît.

Ekleme: 03.12.2020 16:40:22 / Güncelleme: 03.12.2020 16:40:22 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Teter di daxuyanîya çapemenîyê ya ku da de destnîşan kir, ji sedemên sereke ya nebaşbûna îqtîsada Herêma Kurdistanê hebûna PKKê ye û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Ji ber hebûna PKKê ya li herêmê û pevçûnên bi Tirkîyê re û ji ber van sedeman valakirina bi sedan gundan zirar dighîne îqtîsada herêmê.PKK çawa ku çankanîya problema li Şingalê ye bi heman awayî li perçeyên din jî çavkanîya probleman e. PKK mixabin bû sedem ku li herêma Bahdînan bi sedan gund bên valakirin.Ev yek jî di warê aborî û îqtîsadê de dibe sedeme bareke giran.”

“PKK ne li gor daxwazên Kurdan li gorî daxwazên hinek kesên din hereket dike”

Teter di berdewama daxuyanîya xwe de de destnîşan kir, PKK li gorî daxwazên hinek kesên din hereket dike û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: “Dema ku hinek kesên din jê dixwaze ku ji derekê vekişe PKK hema di cî de vedikişe. Heman PKK ji ber daxwaza hikûmeta Iraqê ji Şingalê û ji ber daxwaza Tirkîyê jî ji Efrînê vekişîya.Lê belê dema mesele hêzên Kurdan be ev yek pêk nayê.”(ÎLKHA)