PKKyî ji navendê Şingalê hatin derxistin

Piştî rêkeftina Şingalê ya di navbera Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê de, hêzên Iraqê PKK ji navenda Şingalê derxistin.

Ekleme: 02.12.2020 09:20:06 / Güncelleme: 02.12.2020 09:20:06 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Çavkaniyekê ji nava Şingalê ji malpera KDP.info re ragihand: “YBŞ ku hêzeke ser bi PKKê ve ye li Şingalê bi qiwetê ji nava Şingalê hatin derxistin, ew jî bê ku ti helwêsta wan hebe.PKK hemû navend û baregehên xwe dan destê hêzên Iraqê.”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin: “Di qonaxa duyem de dê hêzên ser bi PKK ve ji derdora bajarê Şingalê jî werin derxistin.”(ÎLKHA)