Li Sêwerekê di navbera nasan de pevçûn: 2 mirî

Li navçeya Sêweraka Rihayê di navbera kesên ku nasên hev bûn de ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn pevçûn derket.

Ekleme: 30.11.2020 10:05:18 / Güncelleme: 30.11.2020 10:05:18 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Bûyer li gundê Şêx Cafera Sêwerekê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn di navbera nasan de pevçûn derket. Di pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 2 kes canê xwe ji dest dan û gelek kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û derheqê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)