Serokomarê Ermenistanê îstîfaya Paşînyan daxwaz kir

Armen Sarkîsyanê Serokomarê Ermenistanê daxwaza îstîfakirina Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan kir.

Ekleme: 30.11.2020 09:25:14 / Güncelleme: 30.11.2020 09:25:14 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Sarkîsyan di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; divê hikûmeya Paşînyan îstîfa bike û di şûna wê de hikûmeteke teknokrat a demkî bê damezrandin.

Sarkîsyan di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir di meseleya Qerebaxê de îmzekirina peymanê ya bi Azerbaycanê re trajedîyeke mezin e ku ev hikûmeta ku ji vê yekê re bûye sedem divê here.(ÎLKHA)