Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin doh li Baxdayê û bajara Zîkarê bi hezaran kesên ku terefdarên Muqteda es-Sadr bûn piştî nimêja înê xwepêşa hilbijartina pêşwext lidar xistin.
Di heman demê de xwepêşandêrên ku dijber bûn jî daketin kolanan û rageşî derket. Di encama şer û pevçûna ku li Iraqê di navbera xwepêşandêr û terefarên Muqtedar es- Sadr de derket de 4 kes canê xwe ji dest dan û 70 kes jî birîndar bûn.
Berdevkê Fermandarîya Hêzên Çekdar Tumgeneral Yahya Resûl destnîşan kir, Serokwezîr Mustafa Kazimî ji bo lêpirsîna bûyeran komîsyonek saz kiriye.(ÎLKHA)