Mînîbusa ku koçber tê de bûn qeza kir: 17 birîndar

Mînîbusa ku koçberan vediguhast li nêzî Zêdkana Agirîyê qeza kir.

Ekleme: 24.11.2020 10:55:15 / Güncelleme: 24.11.2020 10:55:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di encama qezaya ku pêk hat de 17 koçber birîndar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin qeza li nêzî navçeya Zêdkana Agirîyê  pêk hat. Tê diyarkirin di mînîbusa ku qeza kir de tevde 24 koçber hebûn ku 17 koçber birîndar bûn û 7 koçber ji cihê qezayê revîyan.

Koçberên ku di qezayê de birîndar bûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.

Hat hînbûn mînîbusa koçberan ji teref polêsan ve hat xwestin bê sekinandin, lê belê şofêrê mînîbusê nesekinî û pêl xazê kir û di fitlonekê de qeza kir.

Ji bo şofêr û 7 koçberên din bên girtin xebat hat destpêkirin.(ÎLKHA)