Bi mûşekan tesîsên neftê Saudî Aramco hat hedefgirtin

Berdevkê Hêzên Çekdar ên Yemenê Yahya Serî destnîşan kir:“Komên berxwedêr bi mûşekên Qudus 2 tesîsên neftê yên Saudî Aramco hedef girtin.”

Ekleme: 23.11.2020 14:30:17 / Güncelleme: 23.11.2020 14:30:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Serî di berdewama daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, mûşekên ku hatin avêtin îsabetî tesîsên neftê kirin û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Ev operasyon ji bo wan êrîşên leşkerî yên ku li Yemenê tên kirin û dorpêça heyî bersivek e.Bila welatîyên Suudî û şîrketên biyanî ji tesîsan dûr bikevin.”(ÎLKHA)