Di encama êrîşa ku li Kabîlê hat lidarxistin de 10 kes canê xwe ji dest dan

Alîkarê Serokomarê Efxanistanê Emrullah Salih destnîşan kir, di encama êrîşa ku li Kabîlê hat lidarxistin de 10 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 23.11.2020 12:25:17 / Güncelleme: 23.11.2020 12:25:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku ji teref Salih ve hat belavkirin, di encama êrîşa ku bi roketan li Kabîlê hat kirin de heta niha 10 kes canê xwe ji dest dan û 51 kes jî birîndar bûn.

Salih di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir, ew ê êrîşa ku hatiye kirin bi şikleke berfireh bê lêpirsînkirin.

Talîban bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, tu eleqeya wan bi êrîşa ku hatiye kirin tune ye.(ÎLKHA)