Bavê merhûm Fesîh Guler Xoce çû rehma Xwedê

Hacî Huseyîn Gulerê bavê merhûm Fesîh Guler Xoce yê ku bi Coronavîrusê ketibû û li nexweşxaneyeke taybet dihat tedawîkirin rehmet kir.

Ekleme: 21.11.2020 16:50:15 / Güncelleme: 21.11.2020 16:50:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Fesîh Guler Xoce berî vê 3 mehan ji ber şoba Coronavîrusê çû rehma Xwedê. Piştî ku ew bi vê şobê ket re dê û bavê rehmetî, Pîroz Guler û Hacî Huseyîn Guler û kekê wî Nesîh Guler jî bi Coronavîrusê ketin.

Pîroz Gulera ku bi Coronavîrusê ketibû heftîya borî baş bû û ji nexweşxanê hat derxistin. Lê belê Hacî Huseyîn Gulerê bavê merhûm Fesîh Guler Xoce li nexweşxaneya ku dihat tedawîkirin çû rehma Xwedê.

Rehmetî dê li navçeya Çinara Diyarbekir bê  defin kirin û ew ê tazîye neyê dayîn.(ÎLKHA)