Hollanda dê leşker bişîne Herêma Kurdistanê

Wezareta Parastinê ya Hollandayê bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ji bo ewlehîya Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê bê tesîskirin ew ê nêzî 100-150 leşkerî bişînin Herêma Kurdistanê.

Ekleme: 21.11.2020 11:30:16 / Güncelleme: 21.11.2020 11:30:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; yekîneya ewil a leşkerî ya Hollandayê dê di destpêka meha Çileya sala 2021ê de bê şandin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barznanî di 9ê Mijdarê de li bajara Laheya Hollandayê bi Serowezîrê Hollandayê Mark Rutte re hevdîtin kiribû. Di hevdîtina ku hatibû kirin de pêwendîyên dualî û micadeleya li dijî “terorê” hatibû gotûbêjkirin.(ÎLKHA)