Li Kerkukê 16 endamên DAIŞê hatin kuştin

Di encama operasyonên ku ji doh êvarî ve berdewam dikin de li Kerkukê 16 endamên DAIŞê hatin kuştin.

Ekleme: 21.11.2020 11:09:30 / Güncelleme: 21.11.2020 11:09:30 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Serfermandarîya Hêzên Çekdar ên Iraqê Tuxgeneral Yahya Resul ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di encama pevçûnên li herêma Zegetun û Deşta Hanazîr pêk hatin de 16 endamên DAIŞê hatin kuştin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin, di encama operasyonên ku hatin lidarxistin de gelek belgeyên rêxistinî  û çek hatin bidestxistin.(ÎLKHA)