Serokê Herêma Kurdistanê: “Dr Ferset wêneyekî gelek xweşik, li cem me hemûyan bicîh hişt”

Serokê Herêma Kurdistanê li Hewlêrê beşdariya rêwresma pêşwazîkirina termê Dr. Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê kir ku hejmarekî ber bi çav yê berpirs û dîplomatkar û nûnerên aliyên siyasî û kesayetî û nûnerên pêkhatên Herêma Kurdistanê têda beşdar bûn.

Ekleme: 20.11.2020 10:10:17 / Güncelleme: 20.11.2020 10:10:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di rêwresmê da Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotarek pêşkêş kir.

Barzanî di axavtina xwe ya ku di merasîma cinazeyê de  kir de qala Ferset Sofîyê Walîyê Hewlêrê yê ku ji ber Coronavîrusê wefat kir û ji ber mirina wî xemgînîya xwe anî zimên.

Temamê metna axavtina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî wisa ye:

Amadebûyên birêz!

Malbat û kesukarên Xwedê jêrazî Dr Ferset Sofî!

Xelkê xweşdiviyê Hewlêrê!

Kurdistaniyên birêz!..

Îro bi dilekî pir li xem û azarê ve îro pêkve pêşwaziya termê Dr Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêrê dikîn. Dr Ferset kêm jiya, lê belê jiyana wî pir li kar û berhem bû. Dr Ferset bi camêrî û ciwanemergiyê malavayiyê li me kir, lê belê bi çîroka serkeftiya jiyana xwe, wêneyekî gelek xweşik li cem me hemûyan bi cîh hişt. Mînakekê karzanî, destpakî, niştimanperwerî û dilsozî û xemxurê welat bû.

Dr Ferset bi têkilbûna li gel xem û êşên xelkê da, bi karkirina ji bo nehiştina kêmasiyên birêvebirinê, bûbû xweşdiviyê me û hemû xelkê. Doh Serok Barzanî nivîsîbû: “Min kurekî xwe ji dest da”, kesayetiyên Kurdistanê, pêkhatên Kurdistanê, Konsol û dîplomatkarên ku li Hewlêrin, gelek bi rêz ve behsa Dr Ferset kirin. Gelek ji xelkê Hewlêr û Kurdistanê bi stêrekî asmanê Hewlêrê wesif kirin. Ew kesê xelk jê razî bê, ew kesê xemxurê xelk û niştiman bê, bi hêviya xwedê, xweşdiviyê xwedayê mezine û wî dixe ber soz û dilovaniya xwe.

Birêzan…

Li serdema şoreşa Eylûlê de, malbat û kesukarên Dr Ferset li navçeyên şoreşê da jiyane. Gundê Gezneyê qezayê Çoman, ji bo malbatên Pêşmergeyan cîheke girîng bû, ji ber ku xelkê gund gelek hevkariya wan dikirin. Malbata Dr. Ferset Sofî gelek têkilî û yarmetîderê şoreşê bûn. Her ji ber wê jî gundê wan yek ji wan hezaran ji gundên Kurdistanê bû ku ji aliyê rejîma Bees ve hate wêran kirin û xelkê wê li wargehên bi zorê (Ordugaya Zoremlê) ya Diyana hatin nîştecîh kirin.

Dr Ferset ji malbateke niştimanperwerê bi vî awayî hatiye dinyayê û mezin bû. Ji ber hogiriya xwe ya gelek zêdeyê ji bo xwendinê, zanîna wî ya zêde ji temenê xwe zêdetir bû, ji ber wê jî bi awayeke gelek bi lez li rêzên Yekîtiya Qutabiyên(xwendekarên) Kurdistanê û Partiya Demokrata Kurdistanê da pêşket. Ji ber karzaniya xwe, ji ber ciddîbûn û dilsoziyê, li hemû erk û berpirsiyariyên xwe de, roj bi roj dibû cihê baweriyeke zêdetir.

Dema bû yek ji berbijêrên Parlemena Kurdistanê, bi dengekî zêde bû Parlementer. Li Parlemenê da jî bû cihê baweriya xelkekî zêdetirê Kurdistanê. Ji ber ku ji ber pîsporiya xwe ya li warê yasayê da rolekî gelek ber bi çav li nivîsîn û guftûgokirina li ser yasayên xula derbasbûyî ya Parlemena Kurdistanê da hebû. Her wiha ji ber nêzîkiya xwe ya li cemawer û têkiliya xwe ya li gel xelkê hejar da, zêdetir hest bi kêmasiyan dikir û berdewam hewl dida reform û çaksazî bêne berfireh kirin û kêmasiyên birêvebirinê nemînin, ewe jî roj bi roj li cem xelkê Kurdistanê, wî xweşdivîtir dikir.

Hebûna peywendiya li gel aliyên siyasiyên Herêma Kurdistanê, hewldana wî ya berdewam ji bo nehiştina aloziyên li navbera aliyên siyasiyên Kurdistanê, têkiliya wî ya li gel xelkê da, wiha kir ku kesekî guncaw bê ji bo wê yekê ku bibê Parêzgerê paytexta Herêma Kurdistanê. Mixabin dema karkirina wî ya wekî Parêzgerê Hewlêrê yekcar gelek kêmbû, nexwe xelkê Hewlêr û Kurdistanê kareke ber bi çavtir ji Dr Ferset dibînî.

Dr Ferset roja 16ê cotmeha 2019, fermana Herêmî ya destbikarbûnê ji aliyê me ve wergirt. Li yekem roja destbikarbûnê ve bi çalakî çû nav karan de. Serpereştiya çalakaneya gelek projeyan kir, çend mebesta wî zêdetirê bajar bû, ewqas jî xemxoriya wî zêdetirkirina projeyan bû, ji bo tax û qeza û nahiye û hejarnişînan. Herdem hewl dida projeyên xwe ji bo wan cihan bêxe pêşiya hemû projeyên din. Herdem xema wî ew bû ku berdewam ji min re digot: ji ber rewşa darayî û kêmbûna îmkaniyatan, nikarim wekî ku pêwîst xizmeta Hewlêr û Kurdistanê bikim Ewe yek ji xemên mezinên wî zilamî bûn.

Dr Ferset carek bi sivikî Koronayê girt û baş bû, lê belê cara dûyem, Korona wiha lêkir heyvek berê wekî îro 19ê cotmeha derbasbûyî ji karkirinê veqete. Ewe bû mixabin doh sibehî koça dawiyê kir.

Li vir da dixwazim spasî hemû amadebûyên birêz bikim. Spasî xemxoriya hemû xelkê Hewlêr û Kurdistanê bikim, spasî hevxemiya hemû Konsolxaneyên welatên biyanî dikim ku keremkirine, dixwazim bi taybetî bixêrhatina wan bikim ji bo xemxuriya wan ya li gel welatiyên Herêma Kurdistanê, spasî hemû aliyên siyasiyên Kurdistanê û hemû aliyên Iraqiyan dikim, spasî amadebûna Nûnerê Serok Wezîrê Iraqê birêz Mistefa Kazimî dikim li şûna xwe îro Nûnerê xwe şandiye ji bo beşdarîkirina li vê rêwresmê da û spasiya wî dikim û bixêrhatina wî dikim.

Navê Dr Ferset Sofî herdem bi jêhatiyî û bi dilsoziya xwe ve li bîranînên me da, li bîranînên xelkê Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê Hewlêrê da bi zindî dimîne. Em hêvîdarîn xwedayê mezin lê xweş bê û hedarê bi dayik û hevjîn û zarok û birayên wî û hemû kesukarên wî û xwedayê mezin hedarê bi pêkve bi me hemû aliyekê bide.

Dûbare bixêrhatina hemû aliyek dikim û spas ji bo hatina we, gelek spas ji bo xemxuriya we…

Malî ava Dr. Ferset…(ÎLKHA)