Li Bidlîsê 53 koçber hatin girtin

Li navçeya Adilcewaza di lêgerîna ku di kamyonekê de hat kirin de 53 koçber hatin girtin.

Ekleme: 19.11.2020 11:25:15 / Güncelleme: 19.11.2020 11:25:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Walîtîya Bidlîsê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di lêgerîna rê ya ku li navçeya Adilcewaza Bidlîsê hat kirin de di kamyonekê de 53 koçber hatin girtin û kesekî şikdar ê ku qeçaxvanîya însanan dikir jî hat binçavkirin û hat şandin girtîgehê.(ÎLKHA)