Li Wanê 17 kîlo tiryak hat bidestxistin

Di lêgerîna ku li navçeya Qerqelîya Wanê hat kirin de 11 kîlo metamfetamîn û di lêgerîna ku li Îpekyoluyê jî hat kirin de 5 kîlo eroîn hat bidestxistin.

Ekleme: 18.11.2020 13:35:05 / Güncelleme: 18.11.2020 13:35:05 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Midûrtîya Ewlehîya Bajêr a Wanê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; di lêgerîna ku li navçeya Qerqelîya Wanê di wesayîtekê de  hat kirin de 11 kîlo û 200 gram metamfetamîn, 720 gram benîşta Afyonê û di lêgerîna ku li Îpekyoluyê jî di wesayîtekê de hat kirin de 5 kîlo eroîn hat bidestxistin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin 4 kesên bi navê M.K., Ö.K., Ş.G. yên ku têkilîya wan bi bûyerê hebû hatin binçavkirin.(ÎLKHA)