57 kesên ku di operasyona FETO de hatibûn binçavkirin bûn îtîrafkar

Ji 89 kesên ku di operasyonan FETO de hatibûn binçavkirin 21 kes ji teref mehkemê ve hatin tewqîfkirin.

Ekleme: 18.11.2020 11:30:08 / Güncelleme: 18.11.2020 11:30:08 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di 6ê Mijdarê de di bergeha lêpirsîna FETO ya ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Enqerê ve hatibû destpêkirin de derheqê 89 kesên şikdar de qerara binçavîyê hatibû dayîn û di bergeha lêpirsînê de li 37 bajaran operasyon hatibûn lidarxistin û kesên şikdar hatibûn binçavkirin.

Ji 89 kesên ku hatin binçavkirin 57 kes li ewlehîyê bûn îtîrafkar û 21 kes jî ji teref mahkemê ve hatin tewqîfkirin û kesek jî hat berdan.(ÎLKHA)