Di êrîşa ku li Etîyopyayê li otobusa rêwîyan hat kirin de 34 rêwî canê xwe ji dest dan

Hat ragihandin li Etîyopyayê çend kesên ku nasnameyên wan nediyar e êrîş birin li ser otobuseke rêwîyan.

Ekleme: 16.11.2020 09:55:16 / Güncelleme: 16.11.2020 09:55:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê êrîşa ku hat kirin de ji teref Komîsyona Mafên Însanan a Etîyopyayê de daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat destnîşankirin, êrîş li parêzgeha Benîshangulê hat lidarxistin û di encama êrîşê de 34 rêwî canê xwe ji dest dan.

Serokwezîrê Etîyopyayê  Abîy Ahmed Alî jî derbarê êrîşa ku hat kirin de daxuyanîyek belav kir û destnîşan kir, êrîş ji teref Cepheya Rizgarîya Gel a Tîgrayê ve hat kirin û bang li civaka navneteweyî kir da ku vê êrîşê şermezar bikin.(ÎLKHA)