Li Romanyayê di nexweşxaneyekê de şewat derket: 10 kes canê xwe ji dest dan

Derbarê mijarê de ji teref Nexweşxaneya Bajar a Pîatra Neamtê ya li Romanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 15.11.2020 11:20:29 / Güncelleme: 15.11.2020 11:20:29 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama şewata ku di beşa acîlê ya nexweşxanê derket de 10 kesên ku bi Coronayê ketibûn canê xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin çend doxtor jî ji şewatê tesîrdar bûn û rewşa wan giran e û nexweşên di xestê de  sewqî nexweşxaneyên din hatin kirin.(ÎLKHA)