Wezareta Karên Derve yê Îranê îddîaya kuştina lîderê El-Qaîdê derewand

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê Saîd Xatîpzade derheqê îddîaya kuştina lîderê El-Qaîdê ya li Tahranê ya ji teref du sîxurên sîxûran ve derewand.

Ekleme: 14.11.2020 16:30:17 / Güncelleme: 14.11.2020 16:30:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di îddîaya ku îro di malperên nûçeyan derket de hat diyarkirin ku Ebu Muhammed El-Misrîyê ji rayedarên El-Qaîdê li Tahrana paytexta Îranê ji teref du sîxûrên siyonistan ve di 7ê Tebaxa sala 2020î de hat kuştin.

Saîd Xatîpzadeyê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Îranê derbarê vê îddîaya ku ji teref Amerîka û siyonistan ve hat gotin de daxuyanîyek da.

Xatîpzade di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir; ev îddîa mîna “senaryoya Hollywoodê” ye û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Amerîka û muttefîkên wî yên li herêmê  di derewan û bi belgeyên sexte dide medyayê û hewl dide ku Îranê bi komên wisa yên çekdar bi îrtîbat nîşan bide.”(ÎLKHA)