Barzanî: “Budçeya ku Iraq dide me ne îmtîyazek e, maf û heqê me ye”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derheqê qanûna budçeyê ya ku di parlementoya Iraqê de hat qebûlkirin de daxuyanîyek da.

Ekleme: 14.11.2020 13:30:17 / Güncelleme: 14.11.2020 13:30:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Barzanî di daxuyanîya ku li ser medyaya civakî belav kir de ji qerara parlementoya Iraqê re bertek nîşan da û destnîşan kir: “Para budçeyê ya Kurdistanê ya di nav hikûmeta federal de ne îmtîyazek e, berewajî ev ye budçe heq û mafê Kurdistanê ye.Çawa ku min berî niha gotibû; pêwendîyên di navbera Hewlêr û Bexdayê bi naskirina maf û wezîfetên hev a makeqanûnê ve girêdayî ye.Divê ev qerar bê betalkirin. Ji bo sererastkirina bê bêedaletîyê hêj wext heye.”(ÎLKHA)