Serokomartîya Iraqê:Tesdîqkirina qanûna ku Kurd ne terefdarê wê ne geşedaneke bi xetere ye

Ji teref Serokomartîya Iraqê ve derheqê qanûna budçeyê ya di Parlementoya Iraqê de hat qebûlkirin û bû sedema berteka Herêma Kurdistanê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 13.11.2020 14:55:16 / Güncelleme: 13.11.2020 14:55:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de geşedana heyî wek “geşedaneke bi xetere” hat nîşandan û derbarç mijarê de wisa hat gotin: “Ji bo meaşên memûran a 3 mehan bê dayîn di parlementoyê de qanûna deynstandinê ji teref parlementoyê ve hat qebûlkirin li ev yek îxtîyacek be jî ne çareserî ye. Ji bo ev qeyran bê çareserkirin û meaşên karmendan bê parastin divê xebet û reformên giştî bên kirin.”

“Dema ku em qanûn ev hat amadekirin lihevkirina neteweyî ya Kurdan li ber çavan nehat girtin û hat tesdîqkirin”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; ev yek ji bo pêvajoya sîyasî ya Iraqê geşedaneke bi xetere ye û dû re wiha hat gotin: “Dema ku em qanûn ev hat amadekirin lihevkirina neteweyî ya Kurdan li ber çavan nehat girtin û hat tesdîqkirin. Divê problema meaşa karmendên Herêma Kurdistanê bê çareserkirin.Lewra ew jî welatîyên Iraqê ne û mafên wan di makeqanûnê de hatiye diyarkirin. Tesdîqkirina qanûna ku Kurd ne terefdarên we ne geşedaneke bi xetere ye.”(ÎLKHA)