Li Ermenistanê li dijî Paşînyan xwepêşan berdewam dikin

Li Ermenistanê ji ber peymana ku bi Azerbaycanê hat îmzekirin li dijî Paşînyan xwepêşan berdewam dikin.

Ekleme: 13.11.2020 11:25:07 / Güncelleme: 13.11.2020 11:25:07 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Gel ji bo hikûmet îstîfa bike ji kolanan venakişe û xwepêşana xwe didomîne. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin Berdevkê Wezareta Parastinê yê Ermenistanê Artsrun Hovhannisyan ji wezîfeya xwe îstîfa kir.

Bi hezaran kes beşdarî xwepêşanên ku ji teref partîyên muxalefet ve tên lidarxistin dibin. Di encama midaxeleya ku li xwepêşanan hatin kirin de zêdetirî 60 kesî hatin binçavkirin, lê xwepêşan hêj berdewam dikin û xwepêşandêr îstîfaya hikûmetê daxwaz dikin.(ÎLKHA)