Serokatîya Herêma Kurdistanê ji Bexdayê re bertek nîşan da

Ji teref Serokatîya Herêma Kurdistanê ve derheqê bêyî nûnerên Kurdan derbaskirina yasaya pirkirina kurtanîna darayî ya di Parlementoya Iraqê de daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 13.11.2020 10:05:15 / Güncelleme: 13.11.2020 10:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Yasaya darayî bêyî guhdana serinc û têbînî û pêşniyarên Nûnerên Herêma Kurdistanê hate derbaskirin “

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de ji rewşê re bertek hat nîşandan û derbarê mijarê de wisa hat gotin: “Derbarê yasaya pirkirina kurtanîna darayî ku doh pênçşem 12/11/2020 li Encumena Nûnerên Iraqê bi zorîne û bi bêyî berçav girtina prensîpên hevbeşî û lihevkirin û hevsengî û bêyî guhdana serinc û têbînî û pêşniyarên Nûnerên Herêma Kurdistanê hate derbaskirin, destxweşiyê li hemû fraksiyonên Kurdistanî û nûnerên birêzên Herêma Kurdistanê dikîn ku ji bo dakokîkirina li maf û hêjayiyên gelê Kurdistanê yek helwest bûn.”

“Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi dilgiranî û gelek bi girîngiyê ve vê babetê dinêre”

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin ew bi nîgaranî li vê meselê mêze dikin û dû re wiha hat gotin: “Serokayetiya Herêma Kurdistanê bi dilgiranî û gelek bi girîngiyê ve vê babetê dinêre û hemû hewlên dixe holê ku parêzgeriyê li maf û hêjayiyên xelkê Kurdistanê, ya ji bo vê mebestê û bi navê yek helwestiya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê da li ser vê pirsê, civîna her sê Serokayetiyên Herêma Kurdistanê û aliyên peywendîdar û Nûnerên Herêma Kurdistanê li Hikûmeta Federal û Encumena Nûneran tê saz kirin.”(ÎLKHA)