Li nêzî Lîbyayê tekneya koçberan binav bû: 74 mirî

Rêxistina Koçê ya Navneteweyî destnîşan kir, di encama binavbûna tekneyekê li nêzî Lîbyayê de herî kêm 74 koçber canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 13.11.2020 09:45:16 / Güncelleme: 13.11.2020 09:45:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Hat ragihandin li nêzî Lîbyayê tekneya koçberan binav bû, di encama bûyera ku pêk hat de  74 koçber  canê xwe ji dest dan.

Derbarê mijarê de ji teref Rêxistina Koçê ya Neteweyên Yekbûyî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; li nêzî Lîbyayê tekneya ku 120 koçber tê de bû binav bû, di encama bûyera ku pêk hat de herî kêm 74 koçber canê xwe ji dest dan û 47 koçber jî hatin rizgarkirin.(ÎLKHA)