Temsîlkarên Kurd niştina Parlementoya Iraqê boykot kirin

Îro li Parlementoya Iraqê ji bo dengdayîna derheqê qanûna deynstandinê niştinek hat lidarxistin.

Ekleme: 12.11.2020 13:45:15 / Güncelleme: 12.11.2020 13:45:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber ku di qanûna  ku dihat xwestin bê derxistin de hinek maddeyên ku pê dijberîya Herêma Kurdistanê dihat kirin hebûn temsîlkarên Kurdan biryara beşdarnebûn û boykotkirina niştinê dan û beşdarî niştinê nebûn.

Di encama dengdayîna ku hat kirin de qanûn hat qebûlkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di parlementoyên Iraqê de hinek teref komek ava kirine û ji parlementoyê daxwaz dikin ku dahatên neftê û tiştên din ên Herêma Kurdistanê ji hikûmeta Bexdayê re bê dewirkirin û dû re ji Herêma Kurdistanê re budçe bê veqetandin.(ÎLKHA)