Bota ku tê de 110 koçber hebûn di Behra Spî de binav bû: Yek jê pitik 6 kes mirin

Li nêzî Lîbyayê bota ku tê de koçber hebûn ji ber sedemeke ku hêj nayê zanîn binav bû, di encama bûyera ku pêk hat de 6 kesan canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 12.11.2020 12:09:49 / Güncelleme: 12.11.2020 12:09:49 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Open Armsê ku Sazîya Civakî ya Sîwîl a Îspanyayê ye derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku ji teref sazîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; ji ber îxbara ku hat kirin ew ji bo bota ku dikir binav bibe operasyonek lidarxistine û di encama operasyona ku hat lidarxistin de 110 koçber hatin rizgarkirin û yek jê pitik tevde 6 kes jî canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)