Li Êlihê 3 wesayît li hev qelibîn: 2 mirî 3 birîndar

Li ser Pira Çemê Êlihê 3 wesayît li hev qelibîn, di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesan canê xwe ji dest dan û 3 kesan jî birîndar bûn.

Ekleme: 12.11.2020 11:05:21 / Güncelleme: 12.11.2020 11:05:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Qeza li ser Pira Êlihê ya li ser Rêbeja Êlih-Diyarbekirê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li ser pirê traktor, TIR û wesayîtek li hev qelibîn. Di encama qezaya ku pêk hat de 2 kesên ku navên wan nayê zanîn canê xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Kesên ku di qezayê de birîndar bûbûn bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derheqê qezayê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)