Li Nîjeryayê ji ber şoba kolerayê 25 kes mirin

Ji ber şoba kolerayê li parêzgehên Benue û Oyoya Nîjeryayê 25 kes canê xwe ji dest dan.

Ekleme: 11.11.2020 12:20:19 / Güncelleme: 11.11.2020 12:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li herêma Okpeilo-Otukpaya Benue 17 kes û li herêma Lageluya bajara Îbadana parêzgeha Oyo 8 kes ji ber şoba kolerayê canê xwe ji dest dan.

Ji ber ku li Nîjeryayê peydakirina ava paqij û amûrên tibbî zehmetê şobên ku derdikevin dibin sedema mirina zêdetir însanî û ku ji vê zarok zêdetir tesîrdar dibin.(ÎLKHA)