Serokê Herêma Kurdistanê serpereştiya civîna PDK û YNKê kir

Doh Serokayetiya Herêma Kurdistanê, bi serpereştiya Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û bi amadebûna Bafil Talebanîyê Hevserokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, Partiya Demokrata Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê civiyan.

Ekleme: 10.11.2020 16:25:21 / Güncelleme: 10.11.2020 16:25:21 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di civînê de ji bilî bixêrhatin û spaskirina şanda her du aliyan ji aliyê  Serokê Herêma Kurdistanê ve, tîşk xistin li ser rewşa siyasî bi giştî û rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê û ew kêşe û giriftên bi rûyê xelkê Herêma Kurdistanê girtiye, bi taybetî li rûyê aborî û darayiyê ve ku ji ber encamên belavbûna virusa Korona ve cîhan û Iraq û Herêma Kurdistanê girtiye.

Barzanî tekez li ser girîngiya karê hevbeş ya di navbera hemû aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê, bi taybetî li navbera Partî(PDK) û Yekîtî(YNK) kir û amadehiya Serokayetiya Herêma Kurdistanê ji bo palpiştî û hevkariya serxistina karê pêkveyî û hemahengiya di navbera hemû aliyan nîşanda.

Paşê şanda her du aliyan guftûgoyeke eşkere û berpirsiyarane li ser hemû pirsan kir û dûpat li ser berpirsiyariya hevbeş ya beramber proseya siyasî û hukimraniya li Herêma Kurdistanê kirin. Her du alî kok bûn ku pêwîste pêkve li gel aliyên dinê Herêma Kurdistanê hengavên ciddî û kirdarî, ji bo çareserkirina giriftên di navbera xwe bavêjin û hemû şiyanên xwe ji bo rûbirûbûna vê rewşê û piştevaniya sazî û damezraweyên Herêma Kurdistanê ya ji bo xizmetkirina welatiyan bixin holê.

Rewşa emnî ya Herêma Kurdistanê û rêzgirtina li qewareya siyasî û destûrî ya Herêma Kurdistanê mijareke dinê civînê bû. Her du alî kok bûn ku parastina aramiya Herêma Kurdistanê erkê hemû aliyeke.

Her du alî piştgîriya xwe ji bo amadekariyên Hikûmeta Federal û aliyên peywendîdar ya ji bo serxistina hilbijartinên pêşwexta Iraqê dûpat kirin û li vî warî de hemahengî û hevkariya di navbera nûnerên Herêma Kurdistanê li Bexda bilind hate nirxandin û dûpat li ser berdewamiya wê hemahengiyê kirin.

Li mijareke dinê civînê de nirxandinên ji bo bi cîhkirina rêkeftina siyasî û îdariyên di navbera her du aliyan kirin, li nav wan da jî babeta lamerkeziyeta li Herêma Kurdistanê, her du alî pêgiriya xwe bi rêkeftina siyasî ya di navbera wan û bernameya karê kabîneya nehema Hikûmeta Herêmê ya ji bo pêkanîna lamerkezîyeta li Herêma Kurdistanê û parvekirina desthilatan û li stûgirtina berpirsiyaryetiya hevbeş û nehiştina rotînan li birêkirina karê welatiyan û pêşkêşkirina proje û xizmetguzariyên giştî de dûpat kirin. Li vî warî de hengav bi erênî hate zanîn û dûpat li ser berdewamiya karê hevbeş ya bi cîhkirina tevahiya rêkeftinan kirin û biryarê li ser mekanîzmaya guncaw ya li vî warî de dan.

Li dawiya civînê de, dûpat li ser berdewamiya karê hevbeş û hemahengiya li navbera damezraweyên Herêma Kurdistanê da kirin ku armanca wê xizmetkirina welatiyan û derbaskirina vê rewşa dijwar ya li ser milên xelkê Herêma Kurdistanê bê.(ÎLKHA)