Amerîkayê êrîşa ku ji teref PKKê ve li Pêşmergeyan hat kirin şermezar kir

Derbarê mijarê de ji teref Alîkarê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê Cale Brown ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Ekleme: 06.11.2020 10:20:19 / Güncelleme: 06.11.2020 10:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Brown di daxuyanîya ku belav kir de derheqê êrîşa ku li Kurdistana Başûr ji teref PKKê ve li Pêşmergeyan hat kirin de wisa got: “Amerîka wê êrîşa ku doh li Kurdistana Iraqê ji teref PKKyê rêxistina terorê ve li hember rayedarên ewlehîyê ya Kurdistanê hat kirin bi tundî şermezar dike.”

PKKê berî vê çend rojan li Kurdistana Başûr êrîş biribû li ser Pêşmergeyan û di encama êrîşa ku hatibû lidarxistin de Pêşmergeyek canê xwe ji dest dabû û 3 Pêşmerge jî birîndar bûbûn.(ÎLKHA)