Derheqê êrîşa li Kayserîyê de 5 PKKyî hatin tewqîfkirin

Derheqê êrîşa ku di sala 2016an de ji teref PKKyîyan ve li leşkeran hat kirin de 5 PKKyî hatin tewqîfkirin

Ekleme: 05.11.2020 16:05:19 / Güncelleme: 05.11.2020 16:05:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Di sala 2016an de li Kayserîyê PKKyîyan êrîş biribûn li ser leşkerên ku derketibûn destûra sûkê. Piştî êrîşa ku hatibûn kirin lêpirsîn hatibû destpêkirin û di encama operasyona ku ji teref MÎTê ve li Kurdistana Iraqê hat lidarxistin de Ferhat Tekînerê bi kodnavê Firat Botan hatibû girtin û hatibû anîn Tirkîyê.

Di bergeha îfadeya ku Ferhat Tekîner da de li Diyarbekirê 4 kesê din jî hatin binçavkirin û ji teref Hakîmtîya Cezaya Sulhê ya nobedar ve hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)