Li Vîyanayê êrîş: 3 mirî 15 birîndar

Li Vîyanaya paytexta Avusturyayê li 6 xalên cuda êrîş hat lidarxistin.

Ekleme: 03.11.2020 12:20:19 / Güncelleme: 03.11.2020 12:20:19 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Berdevkê Wezareta Karên Hundir Harald Soros ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Soros di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di encama pevçûna ku derket de 2 jê sîwîl û yek jê êrîşkar mirin.

Berdevkê Sazîya Tenduristîyê yê Vîyanayê Christoph Mierau jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir û derbarê mijarê de destnîşan kir; di encama êrîşa ku hat kirin de 15 kes birîndar bûn ku rewşa 7 kesên birîndar xedar e.”

Wezîrê Karên Hundir ê Avusturyayê Karl Nehammer jî derbarê mijarê de destnîşan kir; mixabin gelek zêde mirî û birîndarên me hene.(ÎLKHA)