Zaroka 3 salî piştî 65 seatan ji bin enqazê zindî hat derxistin

Elîf Perînçeka 3 salî ya ku ji ber erdheja li Îzmîrê di bin enqazê de mabû piştî xebatên ku 65 seatan berdewam kir re bi zindî hat derxistin.

Ekleme: 02.11.2020 10:09:44 / Güncelleme: 02.11.2020 10:09:44 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Ji ber erdheja ku li Îzmîrê pêk hat, li Bayrakliya Îzmîrlîyê avahîyeke bi navê Dogan hilweşîya û gelek kes di bin avahîyê de man. Di encama xebatên ku hatin kirin de Elîf Perînçeka 3 salî piştî 65 seatan bi zindî ji enqaza avahîyê hat derxistin.

Piştî ku 23 seat ji ser erdhejê re derbas bûn re dayik û 2 xuşkên Elîfê hatibûn rizgarkirin.(ÎLKHA)