Walîyê berê yê Kerkukê Necmeddîn Kerîm canê xwe ji dest da

Necmeddîn Kerîmê Walîyê berê yê Kerkukê yê ku di wan rojên borî de xwîn çûbû li ser mêjîyê wî û hatibû rakirin nexweşxanê canê xwe ji dest da.

Ekleme: 01.11.2020 11:40:17 / Güncelleme: 01.11.2020 11:40:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref ofîsa Necmeddîn Kerîm ve daxuyanîyeke nivîskî hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin; Necmeddîn Kerîmê Walîyê Kerkukê yê ku di wan rojên borî de hat rakirin nexweşxanê şeva înê bi seata Amerîka di seat 23.00yan de rehmet kir, em vê yekê bi xemgînî radigihînin.

Di berdewama daxuyanîyê de hat destnîşankirin; ew ê Kerîm li Kurdistanê ji bo demekê bê defrinkirin û piştî ku Kerkuk hat azadkirin re dê li wê derê bê definkirin.(ÎLKHA)