Berdevkê PDKê: PKK bûye serêşî bo Herêma Kurdistanê

Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Mehmûd Mihemed bersiva PKKê da û got: “Berpirsên PKKê mixabin di rewşeke hestyar de bi daxuyanî û karên xwe bûne serêşî û pirsgirêk bo xelkê Kurdistanê û sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê.”

Ekleme: 28.10.2020 13:05:17 / Güncelleme: 28.10.2020 13:05:17 / Xeberen Kurdi
Destek için 

“Berpirsên PKKê mixabin di rewşeke hestyar de bi daxuyanî û karên xwe bûne serêşî û pirsgirêk bo xelkê Kurdistanê”

Mehmûd Mihemed di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir: “Berpirsên PKKê mixabin di rewşeke hestyar de bi daxuyanî û karên xwe bûne serêşî û pirsgirêk bo xelkê Kurdistanê û sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê, ku ev dezgeh ji berhema xebat û qurbanîdana bi dehan sal e ya gelê Kurdistanê.Di daxuyaniya vê dawiya ya PKKê de armanca çêkirina êrîş û pirsgirêkan, bêaramî û tevlîhevkirina rastiyan bi eşkere tê dîtin. Ev şêweya karê PKKê ne tişteke nû ye û di rastityê de ew bi karên xwe yên ne di cihê xwe de û karên cihê gumanê bûne metirsî li ser jiyana xelkê Kurdistanê. Bi salan e bi zorê xeracê ji xelkê Başûr destine û mal û milkên wan dagîr dike û rê li ber avakirina bi sedan gundan û vegera xelkê sivîl bo ser navçeyan wan digire. Qada şer û hevrikiya xwe veguhestiya nav axa Herêma Kurdistanê û rojane xelkê Herêma Kurdistanê baca madî û mirovî ya karê PKKê didin.”

“PKK bi eşkere rikeberiyê ligel Herêma Kurdistanê dike”

Mihemed di berdewama daxuyanîya xwe de destnîşan kir “PKK bi eşkere rikeberiyê ligel Herêma Kurdistanê dike” û  dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “PKK metirsiyê bo ser jiyan û berjewendiyên herêmê dirust dike. PKK li her cihekî ku Kurd lê hebin, xwe weke xwediyê malê dibînin û Kurdan jî wek mêvan.Em di bersiva gotinên we de dibêjin, me baweriya temam bi çareseriya aştiyane ya doza Gelê Kurd heye û baweriya me bi wekheviya aliyên siyasî heye. Lê daxuyanî û karên PKKê ziyaneke mezin gihandine Herêma Kurdistanê û ji bo ku reweş aloztir nebe em daxwaz dikin êdî hûn pirsgirêkên xwe û xelkê din neynin nav Herêma Kurdistanê.”(ÎLKHA)