Hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket li ser 32 milyon û 453 hezarî

​​Li tevahîya cîhanê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn derket 32 milyon û 453 hezar û 859 kesî.

Ekleme: 28.10.2020 10:50:15 / Güncelleme: 28.10.2020 10:50:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn baş dibin her ku diçe zêdetir dibe.

Tê diyarkirin rêjeya başbûnê herî zêde li Hindistanê ye û ev hejmar  7 milyon û  259  hezar û  509  kes e.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin  hejmara kesên ku ji ber vîrusê canê xwe ji dest dane derket milyonek û 171 hezar û 686 kesî  û hejmara kesên pêketî jî derket 44 milyon û 264  hezar û 538  kesan.(ÎLKHA)