Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber teqîna ku pêk hat zêdetirî 80 kesî birîndar bûn û bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê.
Polêsê Pakistanê derbarê mijarê de destnîşan kir, çantaya ku bombe tê de bû ji teref kesekî ku nasnameya wî nediyar e be hat danîn hundirê medresê.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin piştî ku çend deqîqe ji ser danîna çantê derbas bû re bombe teqîya.
Muhammed Alî Gandapurê Şefê Polêsan a Peşaverê destnîşan kir, êrîş bi 6 kîlo bombeyan hat kirin.(ÎLKHA)