Nayê qebûlkirin ku PKK îstîqrara Herêma Kurdistanê hedef bistîne

Hareketa Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyanîya ku belav kir ji PKKê re bertek nîşan da û destnîşan kir “Bi hincetê dibe bila bibe hedefgirtina îstîqrara Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin.”

Ekleme: 26.10.2020 15:45:15 / Güncelleme: 26.10.2020 15:45:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Debrarê mijarê de ji teref Endamê Polîtburoya Bizûtneweya Hareketa Îslamî ya Kurdistanê Enwer Enebî ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Enebî di daxuyanîya ku belav kir de balan kişand li ser rageşî û nearamîya ku PKK li herêmê jê re dibe sedem û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Em ji wan hêz û partîyên sîyasî yên ku ji derve hatine Herêma Kurdistanê daxwaz dikin ku hizûr û îstîqrara Herêma Kurdistanê xera nekin.Ev der wareke wisa ye ku ev der destekê dide parçeyên din ên Kurdistanê û wanan diparêze. Bi hincetê dibe bila bibe hedefgirtina îstîqrara Herêma Kurdistanê nayê qebûlkirin.”

Konseya Ewlehîyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyanîya ku belav kiribûn destnîşan kiribû; di encama xebatên ku hatibûn kirin de çend êrîşên ku dihat xwestin ji teref PKKê ve bên kirin hatibûn astengkirin.(ÎLKHA)