Hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derket 80 kesî

Di 12 rojên dawî de ji ber vexwarina eraqê 12 kesên din jî mirin û hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derket 80 kesî.

Ekleme: 26.10.2020 10:50:16 / Güncelleme: 26.10.2020 10:50:16 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li 7 bajarên Tirkîyê ji ber vexwarina eraqê mirin her ku diçin zêde dibin. Hat hînbûn di 12 rojên dawî de ji ber vexwarina eraqê 12 kesên din jî mirin û hejmara kesên ku ji ber eraqê mirin derket 80 kesî.

Di bergeha lêpirsîna ku hat destpêkirin de li 18 bajaran heta niha 234 kesê şikdar hatin binçavkirin ku 70 kesê ku hatin derxistin mehkemê hatin tewqîfkirin.(ÎLKHA)