Sûdan jî pêwendîyên xwe yên bi rejîma îşxalê re “asayî” dike

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi daxuyanîya ku belav kir destnîşan kir, ew bi Sûdanê re lihevkirine ku ew pêwendîyên xwe yên bi rejîma îşxalê re “asayî” bikin.

Ekleme: 24.10.2020 10:05:15 / Güncelleme: 24.10.2020 10:05:15 / Xeberen Kurdi
Destek için 

Derbarê mijarê de ji teref Alîkarê Sekreterê Çapemenîyê ya Qesra Spî Judd Deere derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Judd Deere di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, Serokê Amerîkayê Donald Trump û  Sûdanê  di warê “asayîbûna pêwendîyan” a bi siyonistên îşxalker de li hev kirine.

Di daxuyanîya ku doh hat belavkirin de hatibû destnîşankirin ku Trump, Sudanê ji “lîsteya welatên ku destekê didin terorê” derxistiye.(ÎLKHA)